26 Tebax 2015•Rojanekirin: 30 Tebax 2015
ANKARA
Piştî operasyonên 22yê tîrmehê yên ji hewayê, ji rêvebirên rêxistina terorê PKKyê Murat Karayilan çûbû Îranê û hat ragihandin ku niha jî Cemîl Bayik reviya Îranê.
Li gor agahiyên ewlehiyê, Fermandariya Hêzên Hewayê di 22yê tebaxê de di navbera saet 03.00 û 04.30an de li Tunceliyê ji hewayê 22 hedefên PKKyê bombe kir û di van operasyonan de 14 hedef hatin îmhekirin.
- Rêxistinê derbeyeke mezin xwar
Hat ragihandin ku piştî operasyonê rêxistina terorê PKKyê derbeyeke mezin xwar û 5 terorîstên ku ji rêxistinê reviyabûn jî ji ber bombebarandina Qendîl û der û dora wê reviyan e Tirkiyeyê. Hat gotin ku di rojên pêş me de dibe ku hejmara kesên ji rêxistinê direvin zêdetir bibe.
- Îfadeya PKKyiyan ya hevpar
Hat ragihandin ku endamên rêxistina terorê yên ku teslîm bûne di îfadeyên xwe yên hevpar de wiha gotin: "Em li vir mîna qurbanan disekinin, lê yên ku fermandariya me dikirin, lingên xwe bi me didan şûştin û wek ku em koleyê wan in bi me re tevdigeriyan niha li ku ne? Çûne ku? Haya me ji wan tune."
Di îfadeyan de hat gotin ku ji bilî endamên teslîm bûne, ewên din jî dema ku derfet bibînin wê teslîm bibin û rêxistin ji ber van operasyonan nikare êdî bi hêsanî endaman bibîne.
Ji bilî van hat gotin ku rêxistina terorê zarokan direvîne, pereyekî zêde dide malbatên wan ku zarokên wan bibe, lê dîsa jî nikare van zarokan baş bi kar bîne, lewra di operasyonên dawîn de bi taybetî Qendîlê û der û dora wê ji van zarokan gelek hatine kuştin.
- Cesed li cihên wan nehatin hildan
Endamên rêxistina terorê gotin ku ji ber operasyonan cesedê kesên ku li Qendîl û Harkukê ji cihên ku hatine kuştin nehatin hildan, sedema vê jî tirsa operasyonên nû ne.
Hat gotin ku di axaftinên telsizan de der barê hejmara endamên hatine kuştin de jî agahî hatin hildan û li gor axaftinên wan hejmara terorîstên ku hatine kuştin ji hezarî zêdetir e.
PKKyiyan ji bilî vê gotin ku piştî operasyona Zargeliyê bi milyon dolaran hişbir û gelek dowîz hatin îmhekirin û 10 kes ji ber vê hatin înfazkirin.