10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag der barê dosyayên destnedayînê yên parlementeran da got: "Li Wezareta me ya Dadê 117 dosya hebûn. Me ji xwe ew şandibûn, qanûn guherî. Me duh ji Wezareta Dadê 117 dosya ji serdozgeriyên eleqedar re şandin."
Bozdag di weşana zindî ya TRT Haberê da mijarên di rojevê da ne nirxand û pirs bersivandin.
Wezîrê Dadê ragihand ku guherîna Makezagonê ya der barê rakirina destnedayîna parlementeran di Rojnameya Fermî da hat weşandin û li ser vê jî qedexeya jêpirsîn û lêpirsînê ya ser 799 dosyayên 152 parlementeran hat rakirin.
Bozdag got ku meclis dosyayên li bal xwe ji Serokwezîriyê ra û Serokwezîrî jî ji Wezareta Dadê ra wê bişîne û Wezareta Dadê jî ev dosyayên ku bigihêjin ber destê wê, wê ji Serdozgeriyên Komarê ra bişîne.
Wezîrê Dadê Bozdag xeberdana xwe wiha domand: "Li Wezareta me ya Dadê 117 dosya hebûn. Me jixwe ew şandibûn, qanûn guherî. Me duh ji Wezareta Dadê ew 117 dosyayên li bal me bûn ji serdozgeriyên eleqedar re şandin. Heta duh 117 dosya ji serdozgeriyên Komarê ra hatin şandin. Ew dosyayên ku ji meclisê bên şandin jî çawa ku bên ber destê me emê ji serdozgeriyan ra bişînin. Serdozgerî dema ku dosya bigihêje destê wan ewê jî jêpirsîna ku di çi astê da mabe di heman astê da bidin destpêkirin."