02 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
ANKARA
Biryara avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê ya der heqê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da di Rojnameya Fermî da derçû.
Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, ji bo ku 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETO û hemû fealiyetên din ên vê rêxistinê ji her awayî bê lêkolîn, li Parlementoyê komîsyonek hat sazkirin. Komîsyonê ji 15 endaman pêk were û temenê komîsyonê jî, piştî hilbijartina serok, cîgirserok, berdevk û endamê debirvan û bi şûnda dê 3 meh be. Heger ku bivê komîsyonê li dervayê Enqereyê jî bişixule.
Komîsyona ku li gorî madeya 98an a Makezagonê û madeyên 104 û 105an ên rêziknameya navxweyî hat avakirin, di 26ê tîrmehê da li Lijneya Giştî ya TBMMyê hatibû pejirandin.
Ji hêla din heyama Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê ya der barê lêkolîna her cure bûyerên îstismarkirina zarokan da hat dirêjkirin. Biryara TBMMyê ya der heqê vê mijarê da jî di Rojnameya Fermî da derçû.
Komîsyona ku peywira wê, lêkolîna her cure bûyerên destdirêjiya li ser zarokan û kifşkirina tevdîrên wê ye, wextê wê ji 22yê tîrmehê pê va mehek dirêj kirin.