02 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekir, Bîngol, Batman û Sêrtê welatîyan nobeda demokrasiyê ya li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dewam dike.
Welayên ku li Park Ormana li Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê civiyan, alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û bi dirûşmeyên "Diyarbekir li dijî derbeyê ye", "Em bi te ra ne reîs", "Ji derbekaran ra îdam" va tekbîr anîn û bertek nîşan dan. Di çalakiyê da mewlûd hat xwendin û "Koma Eywanê" sitran got.
Meral Esen Tekîna ku tevlî nobedê bibû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li dijî derbekaran li aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi milyonan kes hene. Tekînê destnîşan kir ku Serokomar Erdogan welat zehf pêş xist û yên ku vê naxwazin li pêşiya Tirkiyeyê astengan derdixin û wiha pê da çû:
"Hemû welatî li FETOya ku hizûra welêt xirab kir û hewl da ku derbeyê bike lenet dike. Serokomarê me destana qehremeniyê nivîsî, li hemû mezlûmên Rojhilata navîn xweyî derket. Gulen nanê wî welatî xwar lê belê li vî welatî îxanet kir. Tirkiyeya misliman tevlihev kir. Ji ber vê me ew qas şehîd dan. Xwedê FETOyê lenet bike."

- Bîngol
Li Bîngolê welatî li Kolana Gencê civiyan û nobeda demokrasiyê domandin.
Li Bîngolê di êrîşa bombeyî ya tarorîstên PKKyî da 6 polês şehît ketin ji ber vê nobedê bi xemgînî dest pê kir û ji bo polêsan bername hat lidarxistin. Bernameyê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û mewlûd hat xwendin û dia hat kirin.
- Batman
Li Batmanê welatiyên ku li ser Bulwara Turgut Ozal kom bûn, nobeta demokrasiyê digirin. Xelkê ji Sûriyeyê yên ku xwe sipartine Tirkiyeyê jî tevlî nobeta demokrasiyê dibin.
Koma Kadem a ku ji Diyarbekirê hat Batmanê jî piştgirî da çalakiyê û beytên bi tirkî, kurdî û erebî gotin.

- Sêrt
Li Sêrtê welatiyên ku nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl jî di nav da ne li ber avahiya walîtiyê nobeta demokrasiyê digirin.
Welatî tevî alayên di destê xwe da nobeta demokrasiyê digirin û di nobetê da hunermendên herêmî jî beytên bi tirkî, kurdî û erebî gotin.