Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
BERLÎN
Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê got ji bo hin tiştan hikûmetê rexne dikin lêbelê hewla ku Tirkiye ji bo penaberên ji Sûriyeyê dide dibê were teqdîrkirin.
Merkelê îro di axaftina hevdîtinên budçeyê ya Meclisa Federal (Bundestag) da bal kişand ser mijarên di lûtkeya Konseya Ewropayê da hatin axaftin û got, "Me di dawiyê da li ser 3 milyar ewroyê alîkariya qismê duduyan a ku ji bo 3 milyon û 900 hezar penaberên Sûriyeyî bidin Tirkiyeyê xeberda. Me alîkariya qismê duduyan jî qebûl kir. Meriv dikare Tirkiyeyê rexne bike lêbelê tevkarî û hewla ku Tirkiye ji bo penaberên Sûriyeyî dide jî dibê were teqdîrkirin."
Merkelê got ji bo pêşeroja Almanya û Ewropayê dibê pirsgirêka koçê li gor hiqûqa navneteweyî bi piştevaniyê û pîlanên rast were çareserkirin, parastina sînorên derva yên Yekîtiya Ewropayê zehf girîng e, di vê mijarê da herî zêde bi Awistirya û Yewnanistanê ra diaxivin. Merkelê diyar kir ku ji bo Îtalyayê peyman û alîkariyên ji seba welatên Afrîkayê werin kirin girîng e.
Merkelê bi bîr xist ku Amerîka ji Almanyayê dixwaze ku xercê ji bo NATOyê zêde bike, ji ber ku biryar hatiye dayîn xercê parastinê zêde bikin memnun in, ew ê xercê dîsa zêde bikin û Almanyayê ji bo NATOyê şirîktiya xwe ya pêewle bidomîne.