24 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
MERSÎN
Mersîn navend li 14 bajaran li hember Rêxistina Terorê ya Fetullahçiyan/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) operasyon hat kirin û 45 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan tîmên Şaxa Tekoşîna Terorê û Tekoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçitiyê yê Midûriyeta Ewlehiyê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Mersînê xebatek dan destpêkirin.
Tîman Mersîn navend li Stenbol, Enqere, Edene, Gazîentab, Osmaniye, Kahramanmaraş, Nevşehîr, Şanliurfa, Elezîz, Qeyserî, Antalya, Hatay û Karamanê operasyon kirin.
Di operasyonan de 45 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê, rêvebiriya rêxistina terorê û alîkariya rêxistinê" hatin binçavkirin.
Midûrê Şaxa Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Mersînê Alî Îhsan Kaya jî di nav kesên ku hatine binçavkirin de ye.
Hat ragihandin ku Midûrê Şaxa Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Mersînê yê Berê Alî Çengelcî jî di nav de, polês li 42 kesan digere.