24 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
ANKARA
Ahmet Davutoglu wezîfeya serokwezîriyê dewrî Serokwezîr Bînalî Yildirim kir.
Bînalî Yildirim piştî Civîna Koma AK Partiyê ya li Meclisê derbasî Koşka Çankayayê bû û Ahmet Davutoglu li vê derê wezîfeya serokwezîrtiyê dewrî Yildirim kir. Ahmet Davutoglu piştî ku wezîfe dewrî Yildirim kir, bi wesaîteke ku plaqa wê sivîl e ji Koşka Çankayayê çû.
Dewr û teslîma wezîfeyê nêzî nîv saetê kişand û bêyî çapemeniyê hat kirin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim jî ji ber ku di Hikûmeta 64em da Wezîrê Gîhandin, Ragihandin û Behrevaniyê bû, wê ji bo merasima dewr û teslîma wezaretê ji Koşka Çankayayê veqete.