24 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
ÇANAKKALE
Li Çeneqeleyê di operasyona dijî YDG-Hya şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê da 12 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di ser hin navnîşanên li bajêr da girtin.
Di operasyonê da 12 kes bi îdiaya endamtiya YDG-Hya şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê, alîkirina rêxistina terorê hatin binçavkirin û ew hildan birin Midûriyeta Ewlekariya Çeneqeleyê.
Ekîb li avahiya Rêxistina Bajêr a HDPê geriyan, dest dan ser hin dokumanan û îmaja kompîtiran hildan.