16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
ANKARA
Di nav da Serokê Karên Diyanetê Gormez, Patrîkê Rûman ê Stenbolê Bartholomeos, Serhamamê Cimaeta Mûsewiyan Îzak Haleva û gelek mezinên dînî daxuyaniyeke hevpar dan û wiha gotin: "Ji ku û ji kê tê bila were tundî û teror nayê qebûlkirin û nayê parastin. Kuştina însenekî kuştina hemû mirovahiyê ye û bawermend vê qebûl nakin."
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez, Patrîkê Rûman ê Stenbolê Patrîk Bartholomeosê 1yemîn, Serhamamê Cimaeta Mûsewiyan a Tirkan Îzak Haleva, Wekîlê Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan, Wekîlê Patrîk û Serokê Rûhanî yê Cimaeta Qedîm a Suryaniyan a Îzmir, Enqere û Stenbolê Yusuf Çetin û Wekîlê Patrîkê Katolîkên Suryanî yê Tirkiyeyê Yusuf Sag hat dayîn da wiha hat gotin:
"Bi navê Xwedê,
Em wek nûnerên dînî yên welatiyên me yên mûsewî, xiristiyan û misilman, tevî cimaetên xwe ji ber bûyerên terorê yên ku hizûr û aramiya dewleta me ya xweşik û dinyayê xera dikin û tê da welatiyên me dimirin xemgîn in. Yek ji bingehên dînên îlahî hezkirina îlahî ye. Hezkirina însanan û ya sirûşt û hemû jîndaran jî perçeyekî vê hezkirinê ye. Ji ku û ji kê tê bila were tundî û terorê nayê qebûlkirin û nayê parastin. Kuştina însanekî kuştina hemû mirovahiyê û bawermend vê qebûl nakin. Ji ber vê sedemê ji bo ku tundî û teror were astengkirin, li welatê me û dinyayê ji bo hezkirin belav bibe em ji raya giştî ra dibêjin ku em amade ne. Daxwaz û diayên me yên jidil ew e ku li welatê me û hemû dinyayê teror ji binî va rabe."