19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2015
VAN
"Însiyatîfa Aştiyê ya Wanê" ya ku ji saziyên civaka sivîl û yên pîşeyê pêk tê bang kir ku bira pevçûn bi dawî bin.
"Însiyatîfa Aştiyê ya Wanê" ya ku ji endamên Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Wanê (Van TSO), Yekîtiya Odeya Esnaf û Hunermendên Wan (ESOB), Yekîtiya Odeya Mişawirên Mihesebeya Malî ya Serbest (SMMMOB), Baroya Wanê, MUSÎADa Wanê, Komeleya Karsaz û Pîşesazên Wanê (TUMSÎAD) Şaxa Wanê ya Mazlumderê, Odeya Texsîvan û Ajokaran pêk tê ji bo ku bûyerên li herêmê binirxînin li odeya bazirganî û pîşeyê civîn kirin.
Piştî civînê daxuyaniya hevpar hat dayîn û di daxuyaniyê da bal kişandin ku ji ber bûyeran di nav fikaran da ne, ev bûyer di nav civakê da cudakariyê çêdikin û dibe ku li hemû herêmê belav bibin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bûyerên ku diqewimin zirarê didin hiqûqa biratiyê û wiha hat gotin:
"Divê ev pirsgirika wek pirsgirêka herêma me neyê dîtin. Pirsgirêk pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Texrîbata ku ji ber van bûyeran derdikeve ewê li ser me hemûyan tesîrê bike. Em wek endamên "Însiyatîfa Aştiyê ya Wanê" dixwazin ku pevçûnên li herêmê bi dawî bin. Bi taybetî jî hendek, operasyon, qedexeyên derketina derva, herêmên qedexekirî û bûyerên ku diqewimin di civakê da birîneke kûr vedikin, zirarê didin bihevrajiyana gelan. Tiştên ku winda dibin nirxe me hemûyan in."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku divê li ber van bûyerên tu kes bêdeng nemîne û wiha hat dewamkirin: "Emê bûyerên ku diqewimin wek bêteref têxin rapor û ji Birêz Serokomar, Birêz Serokwezîr, endamên hikûmetê, Meclisê û partiyên siyasî ra bişînin."