01 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş di navbera civîna Lijneya Wezîran da daxuyanî da rojnamegeran û di daxuyaniya xwe da wiha got, "Ez car din dixwazim bibêjim bila bê zanîn ku li her aliyê Tirkiyeyê tekoşîna li hember terorê û rêxistinên terorê wê bibiryar dewam bike. Bila hin kes wisa zen nekin ku bibiryariya Tirkiyeyê ya tekoşîna li hember terorê piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê wê dawî bibe, an jî bisekine. Berevajî vê bedela wê çi dibe bila bibe, em ê li hember rêxistinên terorê vê bibiryariya xwe ve tekoşînê bidomînin."
Kurtulmuş bal kişand ku Tirkiye biqasî beriya 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê bihêz e û wiha dewam kir, "Piştî vî qasî Tirkiye wê wek êvara 15ê tîrmehê biryardar be û bi cesaret, bi îzan her tiştî plan bike û ji 15ê tîrmehê derbikeve. Ez vê pêşin bibêjim; mexseda elemanên çeta FETO û aqilbendên wan ji bo vê hewla derbê çi be, bi îzna Xwedê her tiştê berevajiyê mexseda wan be."
- Jinûvasazkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyê
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş di axaftina xwe da qala jinûvasazkirina TSKyê jî kir û wiha got, "Ez dixwazim îfade bikim ku pêşhatên der barê nûjenkirina pêkhateya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, wisa bi tesadufê yan jî bi mentiqa 'aha derbe çêbû dûvra emê çi bikin' çênebû. Encama karxebateke wisa ye ku bi şiklekî baş hatiye amadekirin, herwiha fikr û çarçoveya wê ya sereke bi serkeftî hatiye plankirin. Ji dêvla hêza çekdar a Tirkiyeyê ya ku xwediyê girseyeke mezin e, nuha artêşek pispor ku armanca wê bi temamî berevaniya welat e, tê amadekirin."
- Ziyareta Serokwezîr Yildirim a ji bo serokên giştî yên MHP û CHPyê
Kurtulmuş daxuyaniya xwe wiha berdewam kir, "Serokwezîrê me wê îro here ziyareta serokên giştî yên MHPê û CHPê. Ev jî nîşan dide ku em bibiryar in, dilsoz in û nêta me baş e ku em dixwazin di siyasetê de rewşeke erênî dewam bike. Biryarnameyên ku Hikmê wan wek Qanûnê ne û di vê rewşê de ketin rewacê, li Tirkiyeyê di tekoşîna piştî vê rewşê tê çi meneyê, bi taybetî jî biryarnameya ku hejmara wê 669 e û mijara wê ji nû ve sazkirina Hêzên Çekdar ên Tirkîyê ye hemû wê bi serokên partiyên muxalefetê ve bên axaftin.
Ji bo ku li Tirkiyeyê pergala kamuyê bi tevahî sivîl, demokratîk û şeffaf bibe, gavên ku hewce dikin wê bên avêtin. Burokrasiya kamuyê ya Komara Tirkiyeyê wê hemû welatiyên me re wê bên vekirin. Sê rêbazên me yên bingehîn wê hebin; ehliyet, liyaqat û dilsozîbûna ji bo gel. Di çarçoveya ehliyet, liyaqat û dilsozîbûna ji bo gel de rêvebiriya kamuyê wê ji hemû welatiyên Tirkiyeyê re vekirî be."
- Mitînga ku wê di 7ê tebaxê da li Stenbolê bê lidarxistin
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş der heqê mitînga ku wê di 7ê tebaxê da li Stenbolê bê lidarxistin wiha axivî, "Ev mitîng ne mitînga partiyekê ye. Ev mitîng, mitînga Tirkiyeyê ye. Mitînga hemî partiyan, demokratan, welatparêz û nîştimanperweran e. Şêwaza jiyana wan, fikr û têgehiştina wan a cîhanî her çi be, em hemî kes û aliyan bi mebesta rûmetdayîna nobeda demokrasiyê dawetî Stenbolê, Meydana Yenîkapiyê dikin.
Ev meydan, di heman demê da mektebên mezin ên demokrasiyê ne. Xort û keçên me, neviyên me, kal û pîrên me, jin û zarokên me, em hemî bi hev ra di nava mektebeke demokrasiyê da perwerde dibin. Roja yekşemê, merasîma mezûniyeta mekteba demokrasiyê ye. Wê li Meydana Yenîkapiyê xelat û bawernameyên demokrasiyê ji 79 milyon mezûnên vê mektebê ra bên bexşîn."
Kurtulmuş wiha got, "Doza NSUyê bi salane dewam dike. Doz dirêj dibe û biryar nayên dayîn, tu encam nayên bidestxistin. Dadgeh zehmetiyan dikşînin ku biryaran bidin. Dadgeha Zagona Almanan van dozan bi salan nagîhîne encamekê. Lê hikmeta Xwedê binêhêrîn ku vê dadgehê ji 24 saetan kêmtir demekê de biryarek da ku Birêz Serokomarê me bila bi telekonferansê ve beşdarî mitîngê nebe. Maşallah ji edaleta almanan re. Edaleta almanan a ku evqas bi lez û bez dixebite, gelo çima di mijarên din de wisa hêdî biryaran dide? Em nikarin vê tevgerê fêm bikin. Ev rasterast durûtî ye."
- Dê ji qamûyê bên avêtin
Kurtulmuş der heqê operasyonên dijî FETO yên ku di qamûyê da tên meşandin da jî peyameke wiha da, "Her kesekî ku bi vê rêxistinê ra bi awayekî têkiliya wî heye dê ji qamûyê bê avêtin. Lêbelê dema ku em evî bikin jî, emê tu zirarê nedin kesên ku bi wan ra têkilî û peywendiya wan tuneye. Anku li hemberî mensûbên vê çeteyê emê bi dilovanî tevnegerin. Lêbelê di bicihkirina vê da jî emê ji edaletê şaş nebin. Em vî dibêjin, welatiyên me yên ku bi van ra tu eleqeyeke wan tuneye bira rehet bin, aram bin, tu zirarê negihîje kesî. Lê kesên ku têkiliya wan heye, bira bitirsin, bira qusûrê mêze nekin. Her tiştek jî bedela wê heye."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "Ev meydan, di heman demê da mektebên mezin ên demokrasiyê ne. Xort û keçên me, neviyên me, kal û pîrên me, jin û zarokên me, em hemî bi hev ra di nava mektebeke demokrasiyê da perwerde dibin. Roja yekşemê, merasîma mezûniyeta mekteba demokrasiyê ye. Wê li Meydana Yenîkapiyê xelat û bawernameyên demokrasiyê ji 79 milyon mezûnên vê mektebê ra bên bexşîn.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "Her kesekî ku bi vê rêxistinê ra bi awayekî têkiliya wî heye dê ji qamûyê bê avêtin. Lêbelê dema ku em evî bikin jî, emê tu zirarê nedin kesên ku bi wan ra têkilî û peywendiya wan tuneye. Anku li hemberî mensûbên vê çeteyê emê bi dilovanî tevnegerin. Lêbelê di bicihkirina vê da jî emê ji edaletê şaş nebin. Em vî dibêjin, welatiyên me yên ku bi van ra tu eleqeyeke wan tuneye bira rehet bin, aram bin, tu zirarê negihîje kesî. Lê kesên ku têkiliya wan heye, bira bitirsin, bira qusûrê mêze nekin. Her tiştek jî bedela wê heye."