Önder Beyter,Ahmet Aydın,Türkan Tosun
01 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
ANKARA
Xwedana Xelata Aşitiyê ya Nobelê û aktîvîsta Yemenî Tewekkul Karman beşdarî mitînga demokrasiyê ya li Kizilayê bû û got ku 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li hemberî xelkê Tirkiyê îxanet e.
Karman seba ku bide nîşan ew destê xwe dide destê xelkê Tirkiyê, li Enqereya paytext beşdarî nobeda demokrasiyê ya li Qada Kizilayê bû û li vir bersiv da pirsên peyamnerê AAyê.
Karmanê wiha xeberda, "Curet û cesareta ciwanên tirk a li hemberî derbeyê, cesaret û qehremaniya ciwanên ereb ên ku li pêşberî tankan rawestiyan û singê xwe dan ber tifingan, anî bîra min. Em îro qehremanên mustesna dibînin ku navê xwe li hafizeya civakê kolan."
Karmanê bal kişand ku dijayetiya derbeyê, felsefeya jiyana wê ye û wiha dewam kir, "Li gorî min, di navbera derbekar û yên bêalî da ferq nîne. Yên ku li hemberî vî sûcî kerr û lal in, şirîkên derbeyê ne."
Karmanê diyar kir ku li hemberî bertekên welatên rojava yên dijî derbeyê ew xeyalşikestî bû û wiha domand: "Daxuyaniyên ku hatin dayîn xwestin ku bibêjin bi derbekeran re kar dikare bê kirin, tesîr li ser têkîliyên wan û yên Enqereyê çênabe. Ev dînîtiyeke çawa ye? Ma qey qedera gelên me yên ku dest bi pêvajoya demokratîkbûnê kirine rastî dek û dolabên welatên Rojavayê yên 'demokratîk' hatine? Li ber gelan rêyên alternatîf girtin ji DAEŞ û terorîzmê re rê vekirine. Haya wan ji wan tune gelo? "
- "Tevgera gelê Tirk a li hember derbeyê ji bo gelê herêmê wê bibe mînak"
Karman destnîşan kir ku tevgera gelê Tirk a li hember derbeyê wê ji bo gelê herêmê bibe mînak, gelê ereb ji wan kesan û partiyên siyasî yên ku piştgiriya derbekaran kirine nefret dikin û wiha axivî: "Niha dibêjin em çima wek gelê Tirkiyeyê bi hev re derneketin qadan û xwe sûcdar dikin."
Karman got ku ew di tevgera gelê Tirk a li hember derbeyê de bûye şahida tiştekî pir baldar û wiha axivî: " Gelê Tirk bi hev re ji dinyayê re got 'Hûn hê me nas nakin'. Nîşan dan ku divê birêz li hember wan bê tevgerîn û ew gelekî çiqas mezin e. Gel peyam da ku biryara wan nikare bikeve bin wesayetê."
“Tirkiye ji bo hemî gelan bûye çavkaniya îlhamê”
Karman anî ziman ku Tirkiye hem weke hikûmet û hem jî weke mixalefetê pêkve ji vê pêvajoyê rizgar bûn û wiha got, “Tu dibê qey weke yek hikûmetê bûn, ez bi dilsozî silavê li wan dikim. Me weke ereban ji destê partiyên xwe gelekî kişand. Ew partiyên wisa ku ji ber rikaberiyên xwe yên siyasî amade perestgehan birûxînin. Tevî ku bi çavê serê xwe dibînin eziyetê li gel dikin, dîsan bi sloganên weke ‘destê we sax, tiştê hûn dixwazin bikin’ pêşwaziyê li wan dikin.”
Karman 15ê temûzê hewla derbeyê ya FETO weke xayintiyê pênase kir û got, “Ew hewla derbeyê ya ku di pêvajoya yeksanî û azadîxwaz da hate meydanê, ne tenê Serokomar Recep Tayyip Erdogan, hemî destkeftiyên demokratîk yên Tirkiyeyê kirin amanc.”,
Karman anî ziman ku gelê Tirkiyeyê gelekî rêzdar û ewledar e û wiha pê da çû, “Ew pêdagîriya gelê Tirkiyeyê ya di rêya berevaniya azadiyê da, ji bo hemî gelan bûye çavkaniya îlhamê. Serdema derbeyan nema ye, bê guman di çarçoveya jiyaneke siyasî ya demokratîk da, siberojeke xweş û geştir li hêviya gelê Tirkiyeyê ye.”