Önder Beyter
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
MALATYA
Li Darendeya navçeya Meletiyê, Fatma Kurtarana 46 salî ku 10 sal berê dest bi danîna kêla tendurê kir, bi nanê ku dipêje va debara mala xwe dike.
Kurtarana ku berê diçû paqijiya malan û di şixulê rojane da dixebitî, qedera 10 sal berê li navçeyê li ber tendûrekê gava xwest nan bipêje lêbelê dor nehatê, biryara xwe da ku dest bi vî karî bike.
Kurtaranê pêşiyê xwe fêrî pehtina nanê tendûrê kir û dû ra nanê ku peht, herwe li xelkê derdora xwe belav kir. Kurtaranê paşê xwe jêhatî kir û bi xêra vî karê xwe hem debara mala xwe kir û hem jî her sê zarokên xwe dan ber xwendinê.
Mêrê wê ji ber nerihetiya xwe nikare bixebite û lewma jî alîkariya jina xwe dike. Nanên ku Kurtaran bi keda destê xwe û xwêdana eniya xwe dipêje, li navenda Meletiyê, li navçeyan û herwiha li hin parêzgehên din tên firotin.
Fatma Kurtaranê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku berê her kesî li mala xwe hevîrê xwe dikir û dibir dida tendûrvan da ku bipêje.
Kurtaranê diyar kir ku dû ra wê biryar stand ku ji xwe ra tendûrekê dayne û wê bi alîkariya hevala xwe va ev yek pêk anî û wiha dewam kir:
"Ev deh sal e ez nan dipêjim. Ev du sal in jî min tendûr li mala xwe çal kiriye, ez li malê tendûrê dadidim. Ez nan dipêjim û bi hesabê kit difiroşim."
Fatma Kurtaranê got ku keça wê zanîngeh qedand, kurekî wê bû memûr û kurê wê yê din jî diçe lîseyê û wiha dewam kir, "Min bi qazanca xwe ya tendûrê zarokên xwe dan ber xwendinê. Dahateke me ya din tunyeye. Mêrê min nexweş e û ez jî çi ji destê min tê ez dikim. Helbet mêrê min jî alîkariya min dike. Di têkoşîna jiyanê da me mil da hev."