05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
HATAY
Li Reyhanliya navçeya Hatayê di firin û depoya Navenda Lojîstîk a Sûriyeyê ya Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya ÎHHê de beriya çend mehan şewat derketibû. Weqfa ÎHHyê piştî şewatê "firina mobîl" vekir û dîsa dest bi pêjandina nan kir.
Şêwirmendê Çapemeniya Ofîsa Xebatên Sûriyeyê ya ÎHHê Burak Karacaoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew xebatên xwe yên ji bo îxtiyacên sûriyeyiyan bênavber didomînin.
Karacoglu got ku ew rojê 20 hezar nanî çêdikin û wiha peyivî: "Em di hefteyekê da 6 rojan xizmetê didin. Niha li firina me 10 kes dixebitin. Di firina me de heta niha 1 milyon û nîvek nan hatiye pêjandin. Em nanê ku çêdikin ji malbatên sûrî yên li Heleb, Îdlib, Hemayê dijîn re dişînin. Her wiha em nan didine malbatên li konbajaran dimînin û ji malbatên sûriyeyî yên êtîmê ku li Tirkiyeyê dijîn re dişînin."