Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezareta Tenduristiyê sîstema "e-rapor"ê amade kir û bi saya sîstemê êdî raporên welidînê jî derbasî sîstema elektronîk bûn. Êdî Midûriyeta Serjimarê jî dikare van raporan bibîne. Ji destpêka sîstemê pê va êdî welatî ew ê ji bo nasnameyê derî derî negerin, piştî ku zarok hate dinyayê midûriyet ew ê nasnameya zarok bişîne navnîşana wî.
Piştî sîstema "e-Nabiz"ê ya ku welatî dikarin lê hemû agahiyên xwe bibînin sîstema "e-Rapor"ê jî dikeve rewacê. Bi sîstema ku wezaretê amade kir va êdî dikarin rapora leşkeriyê, rapora astengdariyê, rapora ajokariyê, rapora welidînê li ser sîstemê werin dîtin.
- "Pêkanîna pîlot li Enqereyê ye"
Şuayîp Bîrînciyê Alîkarê Misteşarê Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got raporeke ji saziyeke tenduristiyê were sitandin ew ê di sîstemê da xanê bike, ji ber vê jî ew ê paşê lazim neke ku ji bo wê raporê carekê dîsa raporê bistînin.
Bîrîncî got ku di nav vê sîstemê da raporên e-Dogum, e-Yoklama, e-Surucu, e-Engelli, e-Sporcu û e-Asker hene û wiha axivî:
"Astengên li pêşiya estengdaran wê werin kêmkirin. Me pêşiyê bi rapora leşkeriyê ev da destpêkirin. Leşkerek diçe hekîmê malbatê û hemû karên xwe dibîne.
Nika li her aliyên Tirkiyeyê raporên welidînê tên dayîn. Li Enqereyê jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Tenduristiya Jinan a Dr. Zekaî Tahir Burak sîstem tên bikaranîn. Em nika pêvajoya şandina nasnameyê dimeşînin. Di vê mijarê da bi Wezareta Karên Navxweyî ra dixebitin. Dema xebata pîlot were temamkirin tu kes ew ê ji bo nasnameyê neçe midûriyeta serjimarê."