01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ÎZMIR
Navend Îzmir li Enqere, Mersîn û Mugla bi tehavî 4 bajaran li hember endamên rêxistina terorê operasyon hatin kirin. Di operasyonê de 12 şikbar hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê tê meşandin de tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li hember rêxistina DKP/BOGê operasyon kirin. Hat tespîtkirin ku rêxistin endaman ji xwe re temîn dike ku bişîne Sûriyeyê û endam amadehiyê dikin ku li Îzmirê êrîşa bibombe bikin.
Li Konaka navçeya Îzmirê li dijî Partiya Şoreşger (DEV-PAR) operasyon hat kirin 12 şikbar hatin binçavkirin, gelek dokumanên rêxistînî û melzemeyên dijîtal hatin bidestxistin.
Lêpirsîn dewam dike.
- Li Sûriyeyê tên perwerdekirin
Hat ragihandin kesên ku ji bo rêxistina terorê tên temînkirin ji bo beşdarî rêxistina terorê PYD/YPGyê bibin dişînin kampan ku li wir perwerdeyê bibînin.
Paşê ev kesên ku perwerde dîtine ji bo ku çalakiyan bikin vedigerin Tirkiyeyê.