Fatih Gazioğlu
28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
ŞANLIURFA
Newala Takoranê bi siruşt û xweşikiyên xwe eleqeyeke mezin dibîne.
Newala Takoran li ser Çemê Feratê nêzî navçeya Sîwerekê ye û piştî çêkirina Bendava Ataturkê derketiye holê.
Newala Takoran dikeve navbera Sîwereka navçeya Şanliurfayê û Gergera navçeya Adiyamanê û nêzî 20 kîlometre dirêj e. Ji bajarên derûdorê gelek kes dawiya hefteyê tên dolê ziyaret dikin. Dawiya hefteyê nêzî 500 kes tên dolê û ji wan hin kes li ser çemê beşdarî turên keştiyan dibin.
Hîndekarê Zanîngeha Haranê yê Beşa Erdnîgariyê Doç. Dr. Sedat Benek daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got li derûdorên dolê gelek avgur û şikeft jî hene û li ser dinyayê dolên wiha kêm tên dîtin wiha dewam kir:
"Newala Takoranê piştî çêkirina Bendava Ataturk derket holê. Li vê derê tûrên keştiyan, çalakiyên masîgirî û meşê tên kirin. Çaxê hûn 800 mêtro ji jor ve berê xwe bidine jêr hûnê dîmenekî gelekî xweş bibînin. Ev der bi hêşînahî ye. Gelek cureyên sebze û fêkiyan lê çêdibin."
- Divê hê zêdetir bê nasandin
Ji welatiyan Yusuf Sunarê Mêrdînî jî wiha got: "Me nizanibû cihekî wiha xweş lê vê derê heye. Divê ev dol hê zêdetir bê nasandin. Li gorî min ev der jî şibiya Xelfetî û Heskîfê girîng e. Divê baş bê parastin."