26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
BITLÎS
Azad Ozdemirê astengdar ê li Tetwana navçeya Bitlîsê dijî tizbiyan kom dike û eleqeya wî ya li ser tizbiyan balê dikişîne.
Ozdemirê li malê perwerdeyê dibîne û di pola 3yan da ye, qederê 5 salan e tizbiyan kom dike.
Ozdemirê lal heta niha bi rengên cuda 100 tizbî kom kirine.
Murşîde Ozdemira diya wî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got her kes bi diyarî tizbiyan dide kurê min û wiha dewam kir: "Bi yên diyarî û yên hatine kirîn di koleksiyona wî da 100 tizbî hene. Bi taybetî ji tizbiyên rengîn hez dike. Li ser înternetê tim li tizbiyan dinihêre. Demekê xwest tizbiyeke bi 2 hezar û 500 lireyî sipariş bike, lê me nehişt."
- Tizbî ji destê wî nakevin
Ozdemirê diyar kir kurê wê her roj tizbiyekê hildide destê xwe û wiha got: "Li malê tizbî ji destê wî nakevin. Wexta radizê dike bin balîfê xwe."
Ozdemirê destnîşan kir kurê wê xwendekarekî jîr e û wiha got: "Li navenda rehabilîtasyonê perwerdeyê dibîne, helbet û nivîsên cur bi cur dinivîsîne. Mamoste jî jê xweş in."