Dema ku nevaçeya Mexmûrê ya ku 60 kîlomêtro nêzîkî Hewlêrêye kete destê DÎŞIyê, gel tirsiya û ji ber vê gelekan çek kirî. Lê piştî ku bi piştgiriya balafirên şer ên Amerîkayê ve DÎŞI ji herêmê hat dûrxistin, gel hinekî rehet bû. Ji ber vê jî çek êdî wek rojên berê zêde nayên kirîn.
Sûka Çekan a Hewlêrê li herêma Kesnezan a ku derveyî bajêr e. Dema ku Mexmûr kete destê DÎŞIyê li Sûka Çekan a Hewlêrê rojê 200 çek dihatin firotin, lê van rojan çek zêde nayên firotin.
- Çekên taybet bi dizî tên firotan
Çekên ku marqeyên wan Glock e di bin edgehan tê firotan. Dema ku muşterî bixwazin, tên derxistin û tên nîşandan. Tivingên pêşmergeyan ên ku li ser mora Saddam Huseyîn û wêneyên Mele Mistefa Barzanî hene jî tên firotan. Ji bilî çekan gule jî tên firotan.
Bihayên çekan li gor marqe, welatê ku hatiye çêkirin û hejmara ku di piyasê de zêde ye an kêm e diguhere. Keleş û M16 ji 700 dolaran dest pê dike, heta 2 û 3 hezar dolaran zêde dibe. Bihayê demançeyan jî di navbera hezar û 3 hezaran de diguhere.
Ehmed Yunusê ku çekan difroşe ji nuçegîhanên AAyê re got ku bihayên çekan li gor marqeyan digûhere û wiha axivî:
"Dema çek zêde be, bihayê wê jî kêm dibe. Mesela dema Misûl hat bidestxistin, çekên ku artêşa Iraqê hatin girtin anîn sûkê. Ji ber vê bihayê çekan kêm bû. Lê dema ku Mexmûr û Guwer kete destê DÎŞIyê biha gelek zêde bûn. Lê niha firotana çekan kêm e. Rojê 2 an 3 heb tên firotin."
Pêşmerge hemû çekên ku tên firotan qeyd dike. Ruhsata çekan jî Walîtiya Hewlêrê dide. Walîtî ji ber êrîşên DÎŞIyê kesên ku dixwazin çekan bistînin re zehmetiyan dernaxe.