18 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
BÎNGOL
Penêrê eyar ê ku li zozanên Bîngolê tê girtin, piştî xebateke zor û zehmet ku 30 rojî dewam dike amade dibe û sifreyan dixemilîne.
Penêrê eyarê ku yek ji xwarinên me yên bi tehm e, bi şîrê miyên ku li zozanên bilind diçêrin tê çêkirin. Penêr him li malê him jî li fabrîkayan çêdibe.
Çêkirina penêrê ku bi şîrê miyên li zozanên Bîngolê tê çêkirin zehmet e. Piştî kar û barên bi zor û zehmet ku 30 rojî dewam dike, penêr çêdibe.
Serokê Yekîtiya Mih û Bizinên Doşanî yê Bîngolê Alî Kaysadû ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku tenê ji şîrê pêz salê 600 ton penêrê teze tê çêkirin.
Kaysadû wiha dewam kir: "Li bajêr salê 300 ton penêrê eyar tê çêkirin. Ev penêr li çar aliyê welêt tê firotin. Kîloya penêrê eyar bi 20-25 lireyî tê firotin. Tenê ji bajarê me salê 5 milyon lire tê qezenckirin. Ji ber vê yekê divê em girîngiyê bidin sewalkariyê."
- Çêkirina penêr mehekê dikşîne
Habîb Karakuzuyê ku li Zozanên Kartalê dimîne got ku çêkirina penêr mehekê dikşîne.
Karakuzu qala çêkirina penêrê eyar kir û wiha xeberda:
"Em pezê xwe didoşin, paşê şîr tînin malê û dimeyînin. Paşê em penêrê sist dixin parzûn û rojekê datînin da ku dapale. Dû ra em penêr valayî teştekê dikin, xwe lê dikin û bi şûnda dîsa dixin torbeyên pîne yên bêtir qalind û kevir hem datînin binî û hem jî ser. Bi vî awayî 8-9 rojan dimîne. Em paşê penêrê ku êdî rind ziha bûye tînin û digel mast dixin hundirê eyarê pez. Piştî vê qonaxê jî penêr qedera 20 rojî di eyar da dimîne û tê qayde. Piştî 20 rojî jî penêr bona xwarinê êdî amade ye."
- Li zozan 6 malbat 6 ton penêrê eyar digire
Karakuzu bal kişand ku penêrê eyar tam û çêja xwe ya pir xweş ji şîrê pezê zozanên bilind distîne û ava cemidî û hewaya xweş a zozanan jî di vê çêjê da para xwe heye û wiha berdewam kir, "Pezê me li zazanan 38 cure çêre dixwe. Ji ber hindê penêrê me zahf xweş e. Li zozan em 6 malbat hene û ev 6 malbat jî di salê da nêzîkî 6 ton penêrê eyar digire."