25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
MUŞ
Waliyê Mûşê Seddar Yavuz piştî merasima "Rojên Kariyerê" ya ku li Mala Mamosteyan hat kirin daxuyanî da rojnamegeran û der heqê têkoşîna li dijî terorê ya tê birêvebirin da axivî û got ku bi hinceta "alîkariya rêxistina terorê kirinê" 2 jê mixtar 3 kes hatin girtin.
Walî Yavuz ragihand ku di çarçoveya ji bo îfşakirina xebatên PKK/KCKya rêxistina terorê da îxbar hat ku li derdora gundê Bostankentê 2 mensûbên rêxistina terorê tên birin û wiha pê da çû: "Ew wesayîta ku endamên rêxistinê tê de bûn li ser hişyariya "bisekinin" nesekinîn û li ser vê jî hêzên ewlehiyê gule berdan û di şerê ku qewimî da terorîstek mir û şofêr û mixtar jî birîndar bûn. Di xebatên ku paşê hat kirin da derket holê ku 2 mixtar bi rêxistina terorê ra radibin û rûdinên û li ser vê jî ew her du mixtar hatin girtin. Şofêrê wesayîtê jî hat girtin."
"Di wesayîta parlementerda KCKyî hat qefaltin"
Waliyê Mûşê têkoşîna ku ev 14 mehe li dijî rêxistina terorê tê birêvebirin bibîr xist û wiha dewam kir: "Ew kesên ku li hemberî yekîtiya welatê me, gelê me û alaya me bêbextiyê dikin û hevkarên wan bersivên ku hewce dikin hildidin. Ji ber vê jî bi taybetî ew kesên ku nûneriya meqamên dewleta Komara Tirkiyeyê dikin bila sadiqê dewletê bin lewra ev bendewariya me ye. Hilbijartin nayê wê menêyê ku ew kes dikara bi azadî sûc bike. Jinikeke ku ji ber teqîna li Bîngolê qewimî bû wek nûnera KCKê ji bo bajarê me hatibû tayînkirin di wesayîta parlementerê Mûşê da hat binçavkirin."