23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
KILÎS
Artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê kozikên PYD/PKKya rêxistina terorê yên li Efrînê dide ber guleyan.
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê yên li ser xeta hidûdê Kilîs-Hatayê xwe edilandine, ji serê sibê heta niha guleyan davêjin kozikên rêxistina terorê yên ku li Efrînê hatine tesbîtkirin.
- Bi roketavêj û topên obusan yên di mewziyan de hatine bicihkirin ve hedefên terorîstan hatin bombekirin.
Dengê top û guleyan li hin gundên Kilîsê yên li ser sînorê Sûriyeyê jî tê bihîstin.
Artêşa Tirkiyeyê bi roketavêj û topên obusan va êrîşî mewziyên PYD/PKKya rêxistina terorê yên li Efrînê kir.
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de roketavêjên ku neqlî Hatayê bûbûn, teslîmî eskerên li ser sînorê Sûriyeyê kirin.
Eskeran roket û obus di mewziyan de bi cih kirin û bi van ve êrîşî mewziyên terorîstan ên li Efrînê kirin.
Dengê teqînan li taxên Hatayê yên li ser sînor tê bihîstin.