04 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
KONYA
Di çarçoveya lêpirsînê da li 23 bajaran operasyona ku navenda wê Konya ye birin ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY), ji 31 şikbarên ku di operasyonê da hatin binçavkirin 9 kes hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr kesekî ku der heqê wî da biryara derdestkirinê hebû jî binçav kirin û bi vî awayî hejmara şikbarên binçavkirî gihîşte 31î.
Piştî karûbarên li ewlekariyê şikbar sewqî dadgehê kirin, ji wan 9 kes hatin girtin û 22 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hat ragihandin ku piraniya şikbaran xwest ku ji qanûna poşmaniyê îstifade bikin.
Di 20ê nîsanê da li 23 bajaran operasyona ku navenda wê Qonya ye biribûn ser FETO/PDYê û di operasyonê da ji 85 kesên ku der heqê wan da biryara derdestkirinê hebûn 30 şikbar hatibûn binçavkirin, hatibû ragihandin ku 16 şikbar ji ber heman sûcî hatin derdestkirin.