11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got, "Di çarçoveya agahiyên ku vê dawiyê gihîştên ber destê me da ewladên wetanê me yên ku di êrîşa nefrîn a duh êvarê da gihîştinê şehadetê bûn 38. Ji van 30 jê polês û peywirdarên ewlekariyê, 7 jê jî welatiyên me yên sivîl in, jê yek jî hê nasnameya wî nehatiye tespîtkirin."
Soylu beşdarî merasîma cinazeyan a li Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ya li Kolana Vatanê ku bona polêsên di êrîşê da şehîd ketin hat lidarxistin, bû.
Soylu daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û destnîşan kir ku ew bona parvekirina agahiyên nû li vir in û got ku bona 5 polêsên şehîd, merasîma cinazeyê tê lidarxistin.
Wezîr Soylu wiha axivî:
"Di çarçoveya agahiyên ku vê dawiyê gihîştên ber destê me da ewladên wetanê me yên ku di êrîşa nefrîn a duh êvarê da gihîştinê şehadetê bûn 38. Ji van 30 jê polês û peywirdarên ewlekariyê, 7 jê jî welatiyên me yên sivîl in, jê yek jî hê nasnameya wî nehatiye tespîtkirin. Li nexweşxaneyan 136 welatiyên me di bin mişahadeyê da ne. 14 jê di yekeya nexweşên giran da, 5 jê jî di emeliyatê da û bi tevahî jî vêga 155 welatiyên me yên ku bi vê bûyerê ra rûbirû mane û li nexweşxaneyan tên dermankirin hene ku em bona tenduristiya wan dia dikin."
- 13 kes hatin binçavkirin
Soylu destnîşan kir ku heya niha 13 kes hatin binçavkirin û wiha xeberda, "Piştî vê bûyerê 10 kes, paşê jî bi operasyonan ve 3 kesên din, bi giştî 13 kes hatin binçavkirin.
Piştî xebatên hevalên me wisa xuya dike ku tiliya PKKê di vî karî de heye. Bûyer çawa hatiye plankirin, kingê hatiye plankirin û çawa hatiye meşandin, agahiya van di destê hevalên me de hene. Lê him ji bo ku lêpirsîn bê meşandin û him jî ji bo ku operasyon dewam bikin, emê der barê vê mijarê de zêde neaxivin."