11 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di çarçoveya operasyona ku li 6 navçeyan li dijî rêxistina terorê PKKyê tê meşandin da di hundirê 8 stargeh û şikeftekê da gelek çek, muhîmat û alavên sereke yên jiyanê hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, "Operasyona Yekîneya Hevpar a Cendirmeyê Şehîd Yuzaşi Fuat Oguzcan" ku di 28ê gulanê saet 22.00yan da bi beşdariya 10 hezar û 73 personelê ewlekariyê li 6 navçeyan li ser hezar û 528 kolîmêtrokare axê dest pê kiribû, berdewam e.
Di çarçoveya operasyonê da duhê li 4 gund û 10 goman lêgerîn pêk hat û herwiha 11 kes hatin binçavkirin.
Di kontrola ekîban a li 40 xalên cuda da jêpirsîna 61 wesayît û 429 kesan hat kirin. 10 kesên ku eşkere bû qaçaxên leşkeriyê ne, piştî ku di çarçoveya Qanûna Leşkerî da teblîxat hat kirin, hatin berdan. Ji 5 berşikên ku der heqê wan da biryara desteserkirinê heye, 4 jê ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê û beşdariya fealiyetên qaşo komîteya gund", yê din jî ji ber "diziyê" hatin girtin.
Di şikeftek û 8 zivingên ku terorîst lê dimînin da 3 çekên lûledirêj, 13 şarjor, 239 fîşeng, 10 tûpên mitfaqê, 12 tûpên seyranê, 6 bîdon, hezar û 840 pîl, tulumê xewê, bêr, tevir, branda, 200 mêtro naylon, nêzîkî hezar kîlogramî zad, gelek alavên sereke yên jiyanê û herwiha dokumenên rêxistinê hatin qefaltin.
Di çarçoveya xebatên narkoterorê da 82 kîlogram hişbir û 450 hezar serî kirkirk hatin qefaltin, kesek hat binçavkirin.