11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
ANKARA
Komên terorîst ên li Eruh, Tendurek, Şemzînan û Yuksekovayê, kozik, sitargeh û holikên li bakurê Iraqê yên ku terorîst bi kar tînin bi operasyona ji hewayê va hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê ya malpêra fermî da hat diyarkirin ku do ji hewayê operasyon birin ser terorîstên li çola Sêrt, Wan û Hekariyê û komên terorîst ên li bakurê Iraqê.
Li vê daxuyaniyê, komên terorîst ên li Eruha Sêrtê, Tendureka Wanê, Şemzînan û Yuksekovayê Hekariyê di amadehiyên êrîşa dijî hêzên ewlekariyê da bûn û kozik, sitargeh û holikên li Gara, Sînat-Heftanîn û Xakurka li bakurê Iraqê yên ku terorîst bi kar tînin bi operasyona ji hewayê va hatin îmhekirin.
Wek mayîn li Şirnexê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî ciyê kontrol û ewlekariyê kirin, terorîstê di wesayîtê da mir. Der barê bûyerê da 3 kes hatin binçavkirin.
Li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê terorîstekê endamê rêxistina cihêkar, li Oxuzeliya navçeya Gazîentabê terorîstekî endamê DAEŞa rêxistina terorê hat derdestkirin.
Eruha navçeya Sêrtê, Uludereya navçeya Şirnexê, Ovacika navçeya Tûnceliyê terorîstan guleya çavtirsiyê ji ser hêzên ewlekariyê ra kirin, hêzên ewlekariyê demildest bersiv dan wan.
Li Çuxurcaya navçeya Hekariyê teqemeniya ku endamên rêxistina terorê di binê rêbejê da bi cî kiribûn hat îmhekirin.
Wek mayîn hat ragihandin ku li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyon ji hewayêya ku di 4ê hezîranê da hatibû kirin da 13 terorîst hatin kuştin.