10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê daxuyand ku li Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê û Sûra navçeya Diyarbekirê 20 terorîst hatin kuştin.
Li ser malpera Înternetê ya Serokatiya Sererkaniyê der barê bûyerên navxweyî yên girîng de agahî hatin dayîn.
Li gor agahiyên ku hatin dayîn li Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê 13 terorîst hatin kuştin.
Li navçeya Cizîrê 4 barîkat hatin rakirin, 15 teqemeniyên bi destan çêkirî, hatin îmhakirin. Keleşek û 9 fîşeng, 7 tivingên nêçîrê û 294 fîşeng, 14 guleyên demançeyan û 2 aku hatin bidestxistin. Li vê navçeyê hejmara terorîstên hatine kuştin gihîşte 252an.
Li Silopiyê jî duh 3 terorîst hatin kuştin. Di operasyonan de 20 teqemeniyên bi destan çêkirî hatin îmhakirin. 4 keleş, demançeyek û 17 şarjor, bombeyeke destan, 12 muhimatên roketavêjan û fîşengeke sewqê, 3 bêtêl, maskeyeke xazê û gelek alavên tibbî hatin bidestxistin. Li vê navçeyê hejmara terorîstên hatine kuştin gihîşte 122an.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê jî jê 4 jin 74 endamên rêxistinê hatin kuştin. Di operasyonê de 4 barîkat hatin rakirin, 2 teqemeniyên bi destan çêkirî, hatin îmhakirin.
Bi vî awayî di operasyonan de li Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê û Sûra navçeya Diyarbekirê hejmara terorîstên ku hatin kuştin, gihîşte 448 kesî.
- Li sînor 2 terorîst hatin girtin
Ji bilî vê li Şanliurfayê li ser sînor 2 endamên rêxistina terorê yên ku hewl didan derbasî Tirkiyeyê bibin hatin girtin.
Li Gazîentabê jî ji endamên rêxistina terorê DAEŞê jê 3 biyanî, bi giştî 5 kesên ku hewl didan bi dereqanûnî derbasî Sûriyeyê bibin, hatin binçavkirin.