12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
ANKARA
Li Stenbol, Enqere, Edene, Manîsa û Mêrsîn û Hekkariyê li dijî rêvebirên HDPê yên bajêr û navçeyan di operasyonê da 199 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsînekê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê, li Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Stenbolê û li hin adresan lêgerîn pêk anîn.
Di operasyonê da tevî Seroka HDPyê ya Parêzgeha Stenbolê Aysel Guzel, 20 kes hatin binçavkirin.
Li Enqereyê rêvebirên HDPê yên bajêr û navçeyan jî di nav da 17 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşînê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê di çarçoveya lêpirsînekê da operasyon birin ser hin adrêsan.
Serokê Bajarê Enqereyê yê HDPê Îbrahîm Bînîcî, Serokê Navçeya Mamakê û rêvebirên hin bajar û navçeyan jî di nav da 17 kes hatin binçavkirin.
Gumanbar ji hêla tenduristiyê va hatin kontrolkirin û paşê ew birin midûriya emniyetê.
Li Edenê rêvebirên HDPê yên bajêr û navçeyan jî di nav da 25 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşînê ya Midûriya Emniyeta Edeneyê operasyon kir.
Operasyon li navçeyên navend û navçeya Ceyhanê hat kirin. Serokê Bajarê Edeneyê yê HDPê Huseyîn Beyaz, serokên navçeyên navend û Ceyhanê endamên rêvebiriyan jî di nav da 25 kes hatin binçavkirin.
Li Manîsayê rêvebirên HDPê yên bajêr û navçeyan jî di nav da 5 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşînê ya Midûriya Emniyeta Manîsayê operasyon birin ser adresan.
Di çarçoveya operasyonê da Serokê HDPyê yê Parêzgeha Manîsayê A.E, Serokê Parêzgeha Navçeya Salihliyê yê HDPyê A.M. û A.D, A.O. û M.B. hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê tevî rêveberên parêzgehê û yên navçeyan ên HDPyê, 51 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê da ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyê bona desteserkirina berşikên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê heye, operasyon birin ser hin adresan.
Di operasyonê da tevî rêveberên parêzgehê û yên navçeyan ên HDPyê, 51 kes hatin binçavkirin.
Ji hêla din, hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê da li Şaredarê Navçeya Akdenîzê ya HDPyî Fazil Turk û Serokê Parêzgeha Mêrsînê yê HDPyê Sadun Dogan digerin.
Li Şanliurfayê tevî endamên HDPyê bona 58 kesan biryara binçavkirinê
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Şanliurfayê di encama xebatên dijî rêxistina terorê PKKyê da avêtin ser hin adresan.
Eşkere bû ku di operasyonê da hin berşik ku di navê da endamên HDPyê yên ku der heqê wan da ji ber îdiaya endametiya rêxistina terorê PKKyê, biryara binçavkirinê heye, hatin binçavkirin.
Li Hekkariyê rêvebirê HDPê Konur hat binçavkirin
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyê li bajêr operasyon kir.
Di operasyonê da rêvebira bajêr ya HDPê Evîn Konur û Seroka Bajêr ya DBPê ya berê Zubeyde Bor hat binçavkirin.