Sevim Hatun
27 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
QUDS
Li Îsraîlê ji bo lêpirsîna "gendeliyê" ya derbarê Serokwezîr Binyamîn Netanyahû de bi lez û bez were kirin, çalakî hat lidarxistin.
Li gor nûçeya Yediot Axronota rojnameya Îsraîlê, xwepêşanderên li pêşiya mala Serdozgerê Îsraîlê Avîhaî Mandelblîtê civiyan, xwestin ku doza derbarê Netanyahû de zûtir were birêvebirin.
Ev demeke dirêj e ku çend dozên bêrêtiyê li Netanyahû hatine vekirin. Raya giştî û siyasetmedar ji bo îstifayê bang li Netanyahû dikin.
Netanyahûyê ku derbarê wî de doza bertîl û gendeliyê tê birêvebirin, 4 caran îfade da. Heke sûcên ku pê tê tawanbarkirin teqez bibin, lazim e dest ji wezîfeyê berde.