Fatih Gazioğlu
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Şafak Ozanliya Parlamentera HDPyê ya Qersê ya berê bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kiriye hat girtin.
Der barê Ozanliya parlametera HDPyê ya berê de Serdozgeriya Komarê ya Qersê ji ber peyamên wê yên ku li ser medyaya civakî mehtê PKK/KCKya rêxistina terorê dikin, lêpirsîn da dest pê kirin.
Ozanli li Stenbolê bi destê tîmên Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê hat binçavkirin.
Ozanli piştî kar û barên wê yên li emniyetê qediyan sewqî mehkemeyê kirin. Ozanli bi sûcê 'propagandaya rêxistina terorê' hat girtin.