Ferizat Kaya
26 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
ANKARA
Parlamenterê Gazîentabê yê AK Partiyê Abdûlkadîr Yuksel ji ber qeyrana dil rakirin nexweşxaneyê û li vir wefat kir.
Serokomar Erdogan ji bo serxweşiyê malbata Yuksel ziyaret kir.
Li gorî agahiyan Yukselê 55 salî ji ber qeyrana dil rakirin nexweşxaneya Guvenê. Yuksel li vir digel hemû midexeleyan wefat kir.
Piştî xebera wefatê Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Tenduristiyê Ahmet Demîrcan û Parlamenterên AK Partiyê hatin nexweşxaneya Guvenê.
Abdulkadîr Yuksel sala 1962an de li Biracika Rihayê hat dinê. Yuksel Fakulteya dermanfiroşî ya Zanîngeha Gazîentabê qedand, 10 salan li Biracikê wezîfeya Serokê Şaredariyê kir û Alîkariya Serokê Rêvebirinên Herêmî jî bi cih anî. 3 zarokên Yuksel hebûn.