Elif Orhan
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
ANKARA
Pisûleyên rayê yên ku di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 27emîn de bên bikaranîn nîşanê çapemeniyê dan.
Piştî ku lîsteyên namzedên teqez ên parlementeriyê hatin îlankirin pisûleyên rayê yên ku li derveyî welêt bên bikaranîn û pisûleyên ku dê di hilbijartina serokomariyê de bên bikaranîn nîşanê çapemeniyê dan.
Miameleya çapkirina pisûleyên ku dê di 24ê hezîranê de li nav welêt bên bikaranîn duh destpê kir.
Di pisûleyên rayê yên hilbijartina serokomariyê de di rêza yekemîn de namzedê CHPê Muharrem Înce, rêza duyem de Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener, rêza sêyem de namzedê Îtifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan, rêza çarem de namzedê HDPê Selahattîn Demirtaş, rêza pêncem de Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û di rêza şeşem dî jî Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek cî girt.
Di pisûleyan de wêneyên namzedan, navên wan û li ban wan jî cihê ku dê mohra "BELÊ" lê bixin heye.
Di pisûleya rayê ya partiyên siyasî de jî "Îtifaqa Cumhur" a ku ji AK Partî û MHPê pêk tê û BBP jî piştgirî didê di rêza ewil de, "Îtifaqa Mîllet" a ku CHP, IYI Partî, Partiya Saadetê û Partiya Demokrat (DP) ava kir di rêza dawîn de ye. Di pisûleyê de HUDA PAR di rêza duyem, Partiya Vatanê rêza sêyem û HDP jî di rêza çarem de ne.
Partiyên ku îtifaq kirine di pisûleya rayê de bin navê îtifaqê de li ba hev cî digirin. Logoyên partiyan, navên wan û navê serokên wan ên giştî tên diyarkirin. Di pisûleyên nav welêt de li bin her sitûnên ku ji bo partiyan hatiye veqetandin de dê navê namzedên parlementeriyê cî bigirin.