Muhammet Kurşun
13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 14 Nîsan 2017
ANKARA
Rewşenbîr û Nivîskarê Kurd Veysel Yenigul diyar kir ku armanca PKKyê terorîzekirina doza kurdan e û got, "PKK berdewamiya îdeolojiya Tirkiya kevn e. PKKyê hemû rêxistinên kurd yên ku dawa heqê kurdan dikirin ji holê rakirin. Ji bo ku meseleya kurd ji halê adetî derkeve û bibe meseleyeke terorî heçî tiştê ji destê wê hat kir."
Yenîgul, der barê zextên PKKyê li ser kurdan û armancên wê yên polîtîk li tevahiyê herêmê nirxandin kirin.
- "PKKyê hemû rêxistinên kurd ji holê rakirin"
Nivîskarê kurd Yenigul, behsa hedefên polîtîk ên PKKyê kir û li ser kiryarên wê wiha agahî dan:
"PKK berdewamiya îdeolojiya Tirkiya kevn e. PKKyê hemû rêxistinên kurd yên ku dawa heqê kurdan dikirin ji holê rakirin. Ji bo ku meseleya kurd ji halê adetî derkeve û bibe meseleyeke terorî heçî tiştê ji destê wê hat kir. Armanc ew bû ku îmkanên çareseriyeke bi rêyên demokatîk nemînin. Herwiha wek hedefa dawîn jî dixwestin ku pirsgirêka kurd li hem li hundirê Tirkiyê û hem jî li derve bikin meseleyeke krîmînal û tenê bi terorê re were bibîranîn."
- "PKK niha jî bêriya wê Tirkiya kevn dike"
Der barê plan û bernameyên di rabirdûya PKKyê de hatine meşandin jî nirxandina xwe wiha kir:
"PKKyê gelek salan ev plana xwe bi serkeftî meşand. PKK niha jî bêriya wê Tirkiya kevn dike. Lewra şert û mercên ku ew derxist holê kirin di wê serdemê de li bar bûn. Loma jî niha xizmetê ji bo wê yekê dike ku Tirkiye vegere halê xwe yê berê."
Yenigul destnîşan kir ku atmosfereke aram û bê şer li hesabê PKKyê nayê û herwiha naxwaze ku hikûmeteke demokratîk hebe. Yenîgul wiha pê de çû:
"Yên ku li Tirkiyê guherînê naxwazin di serê wan de PKK û HDP tên. Lewra sedema hebûna wan çanda polîtîk a Tirkiya kevn e. Aktorên wê çêdikin derdorên nijadperest û regezperest in. Eger ew nemînin PKK jî namîne. Ji ber ku vê dizane careke din şer gur kir û bajar wêran kirin."
Di mijara Sûriye û Iraqê de jî Yenigul bal kişand ser wê yekê ku PKK bi rejimên Bees ên wan dewletan re mil bi mil li dijî berjewendiyên kurdan dixebite û wiha got:
"PKK li Sûriyê û Iraqê li kêleka rejimên Beesê bû. Li Tirkiyê alîgirê derdorên heqê kurdan înkar dikirin cih girt. Li Herêma Kurdistanê, li dijî Barzanî disekine û diçe di bloka şiî de cih digire. Piştre jî dixwaze doza wek "Doza Kurdan" were dîtin."
Yenigul di dawiyê de anî ziman ku kurd milletekî misilman e û wiha dawî li nirxandina xwe anî:
"PKKyê her demê li cem derdorên bêdîn û li dijî misilmanan cih girtiye. Armanca wan dijminiya kevneşopiyên xelkê ye. Lewra dîndariya kurdan ji PKKyê re astengiyeke mezin bû. Loma jî divabû bihata tunekirin. Hemû mesele ev e. Heta ev girêk neyê vekirin mesele nayê fêmkirin. Neyê fêmkirin jî nayê çareserkirin. Zalim û dîktatorekî wek Esed nayê dîtin. Tu kesî newêrîbû di mala xwe de jî qala Esed bike. Tirsa Muxaberatê hemû hinavên wan rapêçabûn. Yên ku li cem vî dîktarorê xwînrij sef digirin ji me re qala çîrvanokên demokrasiyê dikin."