22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
ŞANLIURFA
Li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê, ji bo polês Feyyaz Yumuşak û Okan Acarê ku di 22yê tîrmeha 2015an da hatibûn şehîd kirin, mewlûd hat xwendin.
Qaymeqam Ahmet Karatepe, Serokê Şaredariyê Menderes Atîlla, Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Ahmet Guntekîn, Fermandarê Garnîzonê Ahmet Ûzûn, Midûrê Ewlekariya Navçeyê Erol Dûyar, Miftiyê Navçeyê Usame Anlagan û gelek welatî beşdarî bernameya ku li Mizgefta Midûriyeta Karûbarên Çandiniyê (TÎGEM) ya Ceylanpinarê hat kirin, bûn.
Qaymeqam Karatepe li vir axivî û di destpêkê da spasiya miletê ku li hemberî hewla derbeyê ya FETOyê sekinî kir. Karatepe got em ji bo polêsên me yên şehîd li vir hatin bal hev û wiha axivî:
"Me îro şehîdên xwe yên ezîz bibîranî. Me ji bo wan Qur'ana Pîroz û mewlûd xwend; piştra me dia kirin."
Serokê Şaredariyê Atîlla jî got ku ewê şehîdên Ceylanpinarê tu carî neyên ji bîr kirin û got ku navê şehîdan dane bûlwar û kolana navçeyê.
Endamên PKKya rêxistina terorê di 22yê tîrmeha 2015an da polês Feyyaz Yumuşak û Okan Acarê ku li Midûriyeta Ewlekariyê ya Navçeyê wezîfedar bûn, ew di malên wan da şehîd kiribûn.