27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
ANKARA
Kesên ku di sala 2017an de wê cara ewil qeydên xwe yên hecê çêbikin, wê di navbera 28ê çileya pêşîn û 6ê çileya paşîn a 2017an de kar û barên qeydkirinê bikin. Kesên ku salên berê qeydên xwe yên hecê çêkirine jî wê di navbera 9 û 31ê çileya paşîn de qeydên xwe nû bikin.
Li gor agahiya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê kesên ku wê cara ewil ji bo hecê qeyda xwe çêbikin divê 20 lire bihayê qeydê bidin.
Welatî paşê wê serî li malpera diyanetê ya http://hac.diyanet.gov.tr an jî muftitiyan bidin. Bi vî awayî ewê an odeyê an jî otelê hilbijêrin û wisa qeyda xwe bikin.
- Nûkirina qeydan a otomatik nabe
Di salên berê da kesên ku qeyda hecê çêkiribûn û ji wan re hec derneketibû dikaribûn otomatîk qeydên xwe nû bikin. Lê îsal nûkirina qeydan nabe. Ji ber vê divê ew di navbera 9 û 31ê çileya paşîn de qeydên xwe nû bikin. Ji bo nûkirina qeydan pere wê neyê stendin.
Kesên ku qeydên xwe nû nekirine wê nikaribin beşdarî pişka 2017an a hecê bibin.
Piştî peşkê ji kî re hec derkeve ewê belgeyên xwe yên "dikare qeyda hecê bike" bi rêya şîfreya SMSê ya telefonê ve hildin.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bila agahiyên xwe yên telefona bêrikê nû bikin û baldar bin.