06 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
VAN
Masiyên încî kefalê ku di Gola Wanê de dijîn, di dema hêkkirina xwe da bervajiyê avê diçin bi kamerayên binavê dîmenên wan hatin qeydkirin.
Mamosteyê Zanîngeha Yuzuncuyilê li Fakulteya Berhemên Avî Prof. Dr. Mustafa Sari û Derhênerê Dîmenên bin Avê Tahsîn Ceylan, pêvajoya koça û hêkkirina van masiyan tomarkir.
Masiyên încî kefalê li dinyayê tenê di Gola Wanê de dijîn. Ev masî ji bo ku xerzên xwe daynin, ber bi avên şirîn ên ku diherikin behrê va diçin û berovajiyê çem û kaniyên herikbar avjeniyê dikin da ku xwe bigihînin avên şirîn.