07 Sibat 2016•Rojanekirin: 07 Sibat 2016
HEWLÊR
Endamên komîsyona ku li ser telîmata Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya li herêmê û li ser referandûma serxwebûnê bisekine û parlementoyê ji nû ve çalak bike hat avakirin, li Hewlêrê hat bal hev.
Civîna komîsyonê bi serokatiya Fûad Huseyîn li Selahaddîna bajaroka Hewlêrê hat kirin. Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys û Endamê Konseya Serokatiyê Mehmûd Mihemed, Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre û Rizgar Elî, ji Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtu) jî Endamê Polîtburoyê Omer Mihemed û Mihemed Ehmed beşdarî civînê bûn.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin û bi qasî 2 saetan berdewam kir. Piştî civînê Endamê Polîtburiya YNKyê Pîre der barê civînê de daxuyanî dan.
Pîre da zanîn ku civîn erênî derbas bû û ev gotin:
"Ji bo ku parlementoya Kurdistanê ji nû ve çalak bibe, di navbera PDK, YNK û Yekgirtûyê de civîn hat kirin û civîn erênî derbas bû. Em bi hêvî ne ku di civînên pêşiya me de êdî ev qeyran ji holê bên rakirin. Berî her tiştê divê pirsgirêkên madî yên ku gelê me dikşîne û jiyana dijwar bidin ber çavan."
Tê payîn ku partiyên li herêmê sibê ji bo ku li ser qeyrana siyasî û referandûma serxwebûnê bisekinin sibê cara duyem bi Barzanî re bên bal hev lê belê nayê zanîn ka gelo dê Tevgera Goran û Partiya Civaka Îslamî (Komela) beşdarî vê civînê bibin an na.
Barzaniyê Serokê HKIyê di 26ê kanûna paşîn de ji bo ku qeyrana siyasî ya li herêmê bê çarserkirin, li ser referandûma serxwebûnê hevdîtin bê kirin hatibû bal hev lê belê Tevgera Goran û Komelayê nexwestibûn ku beşdarî vê civînê bibin. Li ser vê ji bo ku diyaloga di navbera partiyan de bê xurtkirin û parlemento bê çalakkirin komîsyoneke ku ji PDK, YNK û Yekgirtû pêk tê bê avakirin.