Ahmet Aydın
05 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
ISTANBUL
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6an ya Stenbolê, qeyûm tayînî Feza Gazetecilikê ya ku Rojnameya Zamanê girêdayî wê ye, kir.
Piştî tayinbûna qeyûm hat dîtin ku deriyê avahiya rojnameya Zamanê ya li Yenibosnaya Stenbolê bi zîncîrê hatiye qifilkirin.
Karmendên rojnameyê li bexçeyê avahiyê şifqeyên ku "çapemeniya azad nabe ku bê bêdengkirin" li ser nivisîbûn dane serê xwe û di destê xwe da nivîsên weke "Zamana Demokrasiyê" û alaya Tirkiyeyê bilind kirin. Komeke welatiyê din ku ji bo piştevaniya wan hatibû li derveyê bexçe disekine.
Nazli Ilicaka ku bi mebesta piştgiriyê hatibû dema ji avahiyê derket jê ra li çepikan xistin.