23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ANKARA
Anadolu Agencyê (AA) bi hinceta ku nûçe û wêneyên wê bê destûr bi kar tîne, li rojnameya Zamanê doz vekir.
Rojnameya Zamanê peymana abonetiyê li dijî hiqûq û peymanê fesh kir. AAyê tesbît kir ku rojname hê bikaranîna nûçe û wêneyan didomîne.
Rojnameyê beriya niha nûçeyek û sê wêneyên ajansê bê destûr bi kar anî, herî dawî jî di 18ê berfanbara 2015an da di bin manşeta "Feryada herêmê" da wêneya AAyê ya "Li Silopiya dijî rêxistina terorê operasyon" bi kar anî.
Li ser vê Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci telîmat da û li rojnameya Zamanê doz hat vekirin. Der barê rojnameyê da bi hinceta ku di 18ê berfanbarê da wêneya AAyê bê destûr bi kar aniye, doz hat vekirin.
Der heqê rojnameya Zaman û "zaman.com.tr"ê da gilî hatibû kirin ku hem aboneyê AAyê nîne hem di 6ê gulanê da nûçeyek, di 9ê hezîranê, 15ê îlonê û 8ê cotmehê da jî wêneyên AAyê bi kar aniye, gilî hatibû kirin.