Davutoglu di 2yemîn "Forûma Silêmaniyê" ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat lidarxistin de bi kurdî silav da beşdarvanan. Wezîr Davutoglu bi du sê hevokên kurdî axaftina xwe domand û ji bo Serokomarê Iraqê Celal Telebanî şifa xêrê xwest. Li ser vê beşdarvanan ji bo Davutoglu li ser piya li çepikan dan.
Davutoglu got "Xwezî Talabanî niha di nav me da bûya" û bal kişand ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Iraqê pir li ber xwe daye.
Davutoglu bal kişand li ser "Bihara Ereban" û got ku divê Welatên Navneteweyî vê li gor berjewendiyên gelê xwe veguherînin firsendekê û wiha pê de çû: "Tu kes nikare xwe li ber daxwazên nifşên nû rabigre. Tiştekî rast nîne ku mirov li dijî kom an jî mezhebekî derbikeve. Divê ji ûnsurên dînî û etnîkî re rêz bê girtin."
Davutoglu geşedanên li Ukraynayê jî nirxand û bi bîr xist ku li ser gelo dê welatên rojava an jî Rûsya bi ser bikeve nîqaş tên kirin û got: "Em hêvî dikin ku hemû bi ser bikevin. Divê di vê mijarê de pêşbazî tunebe."
Ahmet Davutoglu der barê rewşa Iraqê de jî wiha got: "Divê em li Iraqê rê nedin şerê mezheban. Dewlet û civakên homojen nînin. Hûn nikarin bibêjin bila tenê şiî bin an jî tenê sunî bin. Hebûna rengê cuda girîng e. Di heman demê de divê em wek welatan, ji serxwebûna hev du re rêz bigrin."