Sevim Hatun
14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
ÎDLIB
Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed êriş bir ser Xan Şeyxûna beldeya Îdlibê, di êrişê de yek jê bi giranî 5 sivîl birîndar bûn.
Ji rayedarên navenda parastina sivîl a Îdlibê Mûhemmed Hac Yusuf ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Yekeyên girêdayî rejimê, du seranserê şevê di ser Xan Şeyxûnê re top barandin."
Yusuf got ku di êrişê de yek jê bi giranî 5 kes birîndar bûn û wiha axivî: "Li herêmê esker tune ne. Sivîl hatin bombardûman kirin. Li gor agahiyên ku tên ber destê me wê ev êriş dewam bikin."
Di 4 nîsanê de rejimê bi çekên kîmyayî li herêmê komkujî kiribû. Li herêmê herî kêm 100 sivîl hatibûn kuştin 500 sivîl jî birîndar bûbûn.
Herêm di nav herêmên bêşer ên ku Tirkiye, Rûsya û Îranê diyar kirin de ye.