Abdullah Tel
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê, Koma Hunerê ya Reng-î Hekariyê konser da.
Koma Hunerê ya Reng-î Hekariyê ku ji 85 kesan pêk tê, li pêşiya Qonaxa Hikûmetê ya Çukurcayê tevî gel fitara xwe vekir û piştî slayta projeksiyonê derket ser sehneyê.
Ji solîstan Fîdan Koç, Mahmut Duman, Ridvan Tekbaş, Mesîla Taş, Beyan Bor û Leyla Uçarê stranên ji hev xweştir gotin. Dema ku stran qediyan Koma Hunerê ya Reng-î Hekariyê dest bi govendên ku li 10 deverên ji hev cihê tên lîstin, kirin.
Qaymeqamê Çukurcayê Temel Ayca jî piştî merasima ku welatî gelek jê razî bûn dest bi axaftinê kir û got ku navçe li derva bi şaşî û xeletiyan tê zanîn û wiha pê da çû: "Çukurca êdî cihek e ku qedr û qîmetê dide çand û hunerê. Ji ber vê jî em jî dixwazin hin nirxan bi we ra parve bikin. Em dixwazin ku Çukurca li deverên din ên Tirkiyeyê bê nasandin."