Li Wanê Ankaya Komeleya Huner û Çandê (AKSM) konsêra bi navê "Qêrîna Zimanan" li darxist û di konsêrê da bi 20 zimanî sitran hatin gotin.
Konsêr li Dika Ertugrul Gunay a Şanoya Dewletê ya Wanê hat lidarxistin. Serokê AKSMyê û şefê koroyê Necdet Bayat piştî konsêrê daxuyanî da û diyar kir ku daxwaza wan ew e ku bi sitranên 20 zimanî ve peyama aştî, biratî û hezkirinê bidin welêt û dinyayê.
Bayat bal kişand ku çandên li herêmê bi hezaran salan e bi biratî û aştiya bi hev du re dijîn û wiha axivî: "Ji xwe ev konsêra ku me da li dijî kesên ku li ser zimanan şer derdixin protestoyek e. Di koroya me de hevalên me yên ereb, êrmenî, kurd, tirk, ezerî, îranî, gurcî û efxanî hene."
Bayat destnîşan kir ku koroya wan a ku ji 35 kesan pêk tê bi kurmancî, tirkî, zazakî, erebî, ezerîkî, îbranîkî, lazî, soranî, êrmenîkî, siryanîkî, çerkesî,belucîkî, kelvorîkî, şîmalîkî,cinobîkî, rûsî û farsî bi tevahî bi 20 zimanan sitran gotin û wiha pê de çû: "Me di konsêra sala pêşiyê de bi 10 zimanî sitran gotibû. Me îsal 10 ziman lê zêde kir û xiste 20 zimanî. Em ê sala pêşiya me jî lê çend zimanan zêde bikin. Em bi van konsêrên xwe ve peyama jiyana bi hev re ya hemû mirovan didin hemû însanên dinyayê. Dîn , ziman, fikr û ramanên miravan çi dibe bira bibe dikarin bi hevdu re bijîn û em jî vê bi konsêra xwe nîşanî wan didin."
Ji ber ku Zozan Bataya û Şirîn Oter ducanî bûn û ji welidandina wan re hindik maye ji bo wan ambûlans li ber derê salonê hat amadekirin.
Batayê destnîşan kir ku bi awayê ducanî derketina konsêrê kelecaniyeke cuda ye û wiha got: "Ev 2 sal e em her tim derdikevin ser dikê û sitaranan dibêjin. Ji ber ku doxtorê me jî di nav guhdarvanan de bû em rihet bûn. Dem ku min sitran digot dergûşê di zikê min de peyîn diavêt. Bi me re digot û bi me re dilîst."