Abdullah Tel
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
XEZZE
Resamê Xezzeyî yê ciwan Beha el-Harîbî (21) ji ber serkeftina di hilbijartina 24ê hezîranê da li ser sînorê Îsraîlê portreyeke mezin a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çêkir û hezkirina xwe nîşan da.
Harîbî portreya Serokomar Erdogan a li ser cawê spî yê ku 3 metre bilindî û metre û nîvek jî firehiya wî ye xêz kir.
Resamê ciwan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo serkeftina Serokomar Erdogan a di hilbijartina 24ê hezîranê da pîroz bike wî ev portre çêkir û wiha pê da çû: "Min portreyê nêzî sînor çêkir ku xuya bike ew di nav dilê hemû Filistîniyan da cih digire. Ew di nav lîderên dinyayê da yê ku herî zêde piştgiriyê dide pirsgirêka Filistînê ye, li cem me cih digire û rûmetê dide wan tiştên em pîroz dihesibînin. Ji ber van taybetiyên wî jî min ev portre çêkir. Em wî pîroz dikin û ji ber helwesta wî ya li hemberî me jî serbilind in."
Harîbî dixwaze ku portreya çêkiriye teslîmî Serokomar Erdogan bike.