Türkan Tosun
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Hat ragihandin rewşa lîstikvanê navdar Kadîr Înanir yê ku xwîn di mejiyê wî de meya û ji ber vê rakirin nexweşxaneyê, baş e.
Tedawiya Înanir li Nexweşxaneya Acibadem Fulyayê dewam dike.
Serhekîmê nexweşxaneyê Prof. Dr. Reha Baran got rojek berê Înanir anîne nexweşxaneyê û rewşa wî bi gelempêrî baş e, lê ewê demekê bê tedawîkirin.
Prof. Dr. Yunus Aydinê ku Înanir anî nexweşxaneyê û teşhîsa wî ya ewil kir jî got roja yekşemê serê sibê di saet 10.00an de Înanir telefonî wî kiriye û wî dîtiye ku axaftina Înanir xirab bûye û ew li erdê ketiye.
Aydin got wî hema bangî ambulansê kiriye û wiha dewam kir: "Lê wî qebûl nekir. Ji ber vê ez mecburî çûm malê. Qasî 45 deqîqeyan me hewl da ku em wî qanî bikin. Min jê ra got mêjiyê wî ji bo demekê bêxwîn maye û heke damareke wî bixitime evê nebaş be û di rewşên wiha de zeman pir girîng e. Di dawiyê de ew qanî bû."