29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2018
ANKARA
Terorîstê ji PKKya rêxistina terorê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê bû di îfadeya xwe da qala rûyê bêînsaf ê rêxistinê kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, terorîstê navê R.S. li xwe kiribû yê ji rêxistinê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê bû diyar kir ku di 15 saliya xwe da bi destê PKKyê hat xapandin û tevlî rêxistinê bû.
R.S. di îfadeya xwe da got rûyê rast yê rêxistinê paşê fehm kir lêbalê derengî ketibû û di firsenda ewil da jî revî.
Terorîst bal kişand ku dema birin li kampê perwerdeyê bidin wan di nav çoke berf da li hewaya sar bi saetan dan sekinandin, dest û lingê hin jinên terorîst ên di koma wan da qefilîn, hinekên wan teyax nedan û xeriqîn.
Terorîst got ku qaşo rêvebirên komê di konan da bi terorîstên jin ra dema xwe derbas dikirin lêbelê ew jî di nav xirabeyên dora wan vekirî da ditirtilîn û li benda sibê diman, ji ber şert û mercên zor da kesekê tevlî rêxistinê bibû nexweş ket, ji ber ku nexweş ket jî heqaret ji rêvebirên komê dît û perwerde domand.
Terorîst destnîşan kir ku ji nav xwarina didan wan mayîsa heywanan derket, ligel vê ji qaşo rêvebiran ra xwarina taybet dihat çêkirin, rêvebir li pey rihetiya xwe bûn.