Nihat Kavşut
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Salih Îzzet Erdîşê ku di nav gel da bi navê "Salih Mîrzabeyoglu" dihat naskirin û 7ê Gulanê mêjiyê wî îflas kiribû di 68 saliya xwe da wefat kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê Erdîşê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û li Nexweşxaneya Dewletê ya Yalovayê dema dihat dermankirin 7ê Gulanê mêjiyê wî îflas kiribû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Siyamî Ersek ya li Stenbolê wefat kir.
Salih Îzzet Erdîşê ku ji doza ÎBDA/Cyê mehkûm bû li ser daxwaza Erdîş cardin hatibû darizandin û hatibû berdan. Salih Îzzet Erdîş bi hinceta "ji ber ku li gorî hiqûqê delîlên teqez û pêbawer nehatine peydakirin" beraet kiribû.