ÎSTANBUL
Salih Îzzet Erdîşê ku di nav gel de bi navê "Salih Mîrzabeyoglu" tê nasîn û ji ber doza Eniya Êrîşkerên Rojhilatî ya Îslamî ya Mezin (ÎBDA/C) dihat darizandin çend roj berê hatibû tehliyekirin dê cardin bê darizandin.
Ji bo Erdîş biryar hat dayîn ku ji ber sûcên "serhildana girtî û mehkûman" û "bi zanetî şewat derxistinê" ew cardin bê girtin.
Parêzerê Erdîş Hasan Olçer daxuyand ku muwekilê wî di Dadgeha Cezayê Giran a 14emîn a Stenbolê di doza ÎBDA/C de ji ber îdiaya "serokê rêxistina dijîqanûnê" tê darizandin.
Olçer got ku di 22ê tîrmehê de dadgehê biryara cardin darizandinê da û înfaza cezayê Erdîş da sekinandin. Olçer got ku eleqeya Dadgeha Cezayê Giran a 14emîn a Stenbolê û vê dozê tune.
Doza Erdîş
Salih Îzzet Erdîşê ku di nav gel de bi navê "Salih Mîrzabeyoglu" tê nasîn dema ji ber doza ÎBDA/Cyê dihat darizandin, ji bilî vê darizandinê ji ber sûcê "serhildana girtî û mehkûman" ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 3emîn a Bakirkoyê ve salek û 8 meh û ji ber sûcê "bi zanetî şewat derxistinê" jî salek û 8 meh ceza xwar. Biryara dadgehê di sala 2012an de ji hêla dadgeha bilind hat pesendkirin.
Parêzerên Erdîş serî li Dadgeha Cezayê Giran a 3emîn a Bakirkoyê dan ku muwekilên wan cardin bê darizandin û înfaza ceza bê sekinandin. Ev serîlêdan hat qebûlkirin. Pişt re dema ku heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 3emîn a Bakirkoyê guherî, heyeta nû jî ev daxwaz red kir.
Li ser vê parêzerên Erdîş îtiraz kirin û dosyaya Erdîş şandin Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn a Bakirkoyê. Vê dadgehê jî biryar da ku bersûc Erdîş cardin bê darizandin, lê înfaza cezayê neda sekinandin.