18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
AGRI
Şaredariya Îzmitê li Elaşgira navçeya Agiriyê kuleyeke saetê çêkir.
Şaredarê Îzmitê Nevzat Dogan 4 meh berê dema ku çû ziyareta Şaredariya Elaşgirê soz da ku ewê li Elaşgirê kuleyeke saetê çêbike.
Piştî xebatên bi Şaredariya Elaşgirê va keleyeke saetê ya ku wek Îzmitê hat çêkirin û li ser kolana Cumhuriyetê hat danîn.
Şaredarê Elaşgirê Sebahattîn Sari ji ber vê diyariyê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Kuleya me ya saetê hat û ew bi cih kirin. Ez li ser navê navçeya xwe sipasiya xwe Şaredarê Îzmitê Nevzat Dogan dikim."