Önder Beyter
18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê otomobîlek totî Newala Zapê bû û di encamê da kesek mir, 5 kes birîndar bûn û herwiha 3 kes jî di ro da çûn.
Otomobîla ku ajovanê wê Aydin Onal bû, li ser 15emîn kîlomêtroya rêya Yuksekova-Hekariyê li taxima gundê Çakmakê totî Newala Zapê bû.

Di qezayê da ligel ajovan Onal (56) ji heman malbatê Sevîm (38), Banû (41), Nesîbe (17) û Samet Onal (12) û Fazîle Kurt (16) birîndar bûn. Di vê navberê da jinek û 2 zarok jî di ro da çûn.
Ekîbên tenduristiyê û welatiyên amade birîndar ji wesayîtê derxistin û sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê kirin. Li vir tevî her cure midaxaleyî Banû Onal xilas nebû.
Ji bo dîtina 3 kesên ku di encama qezayê da di ro da çûn, xebat dan destpêkirin.